Îran çiyayên Biradost topbaran dike

Soran (Rûdaw) – Topxaneyên Supaya Pasdaran a Îranê cardin dest bi topbarankirina deverên sînorî yên biradost kirine. Rêveberê Bajarokê Sîdekanê dibêje: “Ji ber topbaranê heta niha 200 malbat aware bûne.”

 

Rêveberê Bajarokê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Rûdawê re ragihand: “Nêzîkî 10 roj in topxaneyên Îranê bilindahiyên gundê Berbizin ê li sînorê me topbaran dikin û ji ber topbaranê zêdetirî 250 donim dar û giyayên deverên me şewitîn. Nêzîkî 200 malbat neçarî jiyana awarebûnê bûn û zirareke mezin a malî gihande aboriya devera me.”

 

Supaya Pasdaran a Îranê topxaneyên xwe li Rojhilatê Kurdistanê bi cih kiriye û ji destpêka meha Îlonê ve her roj devera Biradost topbaran dike.

 

Bû heftek Îran bi şev û roj deverên Balekayetî û Biradost ên li sînorê Hewlêrê bombebaran dike. 200 malbat ji gundên xwe aware bûn û nêzîkî 250 donim rez û baxên xelkê şewitîn, herwiha Tirkiye jî bi firokeyan bombebaran dike.

 

Ev di demekê de ye ku roja şemiyê (08-09-2018) baregehên herdu partiyên HDK û PDKÎ li Koye ji aliyê Îranê ve hat bombebarankirin, di encamê de 17 kes canê xwe ji dest dan û zêdetirî 46 kes jî birîndar bûn.