Rêveberiya Xweser rapora HRW red kir: Rapor siyasî ye
Qamişlo (Rûdaw) - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku li Rojavayê Kurdistanê weke hikûmeta defakto desthilatdar e, rapora Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Navnetewî (Human Rights Watch) ya derbarê girtina hevrikên siyasî de red kir û ragihand, ew raport siyasî ye.
Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a Rêveberiya Xweser, Evîn Cuma ragihand, raporta HRW nerast e û tenê nêrîna aliyekê wergirtiye.
Evîn Cuma di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, raport ji aliyê kesekê bi navê Lema El-Feqîh ve hatiye amadekirin û da zanîn, ku raport yekalî û siyasî ye.
Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a Rêveberiya Xweser herwiha destnîşan kir, ev ne cara ewil e ku Lema El-Feqîh raporteke wisa bi rengekî siyasî li dijî Rêveberiya Xweser amade dike.
Evîn Cuma got: “Bi rastî ev ne cara ewil e, ew kesa ku ev rapor amade kiriye bi navê Lema El-Feqîh, ev ne cara ewil e ku raporteke wisa bi rengekî siyasî amade dike. Li terefekê guhdar dike, bêyî ku guh bide terefê din. Li ser vê raporê, şikayetên ku ji me re dihatin, kesên ku hatine girtin an jî çavdêriya me li ser hebsên girêdayî rêveberiyê, kesên ku dihatin girtin, dijatiya girêbesta civakî ya li herêmê dikirin, an jî dijatiya yasaya xwepêşandanê dikirin û herwiha ji ber navxiravkirina kesayetan û vekirina ofîsan bêyî wergirtina ruxsetan bû. Ew jî derbasî dadgehê dibûn û ji bo zanîn û çavdêriya rewşa wan a tendirustî, xwarin û vexwarina wan, em diçûne serdana wan di hundirê hebsan de.”
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Navnetewî (Human Rights Watch) Rêveberiya Xweser bi wê yekê tohmetbar kiriye, ku ew hervrikên xwe yên siyasî bi darê zorê digire û hin caran jî wan bêserûşûn dike.
Di raportekê de ku, duh10 îlonê di malpera fermî ya HRW de hatiye belavkirin, tê gotin ku Rêveberiya Xweser, ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) serkêşiya wê dike, hinek endamên Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi darê zorê girtine û hinek caran ew bêserûşûn kirine.
Li gorî raporê, wê rêxistinê pêwendî bi hin girtiyên berê û malbatên hinek girtiyan re daniye û wan ji rêxistinê re tekez kirine ku girtî ji mafê pêwendiya li gel kesûkar û parêzerên xwe hatine bêparkirin û hin ji wan jî demeke dirêj girtî mane bêyî ku werin dadgehkirin.
Cîgira Eêvebira Cîbicîkar a Rêxistinê Lema El-Feqîh herwiha dibêje: "Madem ku Rêveberiya Xweser xwe wekî hikûmeta defakto hesab dike û xelkê digire, divê ew pabendî erkên navdewletî yên bingehîn ên mafê mirovan jî bibe.”