Di yekemîn roja propagandayê de 7 partî û lîste hatine cezakirin

11-09-2018
RÛDAW
Nîşan Komîsyon Hilbijartinên Kurdistanê PDK YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê, di yekemîn roja propagahda hilbijartinan de ceza da 7 partî û lîsteyan.

 

Li gorî daxuyaniya Encûmena Komîsyona Hilbijartinan, ji ber pabendnebûna rênimayên propagandayan û propagandaya pêşwext bi pere hatine cezakirin.

 

Partî û lîsteyên hatine cezakirin û cezayê wan wiha ne:

 

- YNK, 3 milyon dînar.

- PDK, 3 milyon dînar.

- Hevpeymaniya Berbi Îslah, milyonek dînar.

- Partiya Geşedana Tirkmen, milyonek dînar.

- Partiya Çaksazî ya Tirkmen, milyonek dînar.

-  Encûmena Gelên Kildan, Siryanî û Aşûrî, milyonek dînar.

- Takekesê Ermen (Yorwant Nîsan Markos) 500 hezar dînar.

 

Di yekemîn roja propagandaya hilbijartinê de PDK û YNKê aheng saz kirin û bi fermî dest bi propagandayê kirin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst