Barzanî pêwendî bi Mihemed Hecî Mehmûd kir

11-09-2015
RÛDAW
Mesûd Barzanî
Mesûd Barzanî
Nîşan Başûrê Kurdistan Mesûd Barzanî Kerkûk Pêşmerge Daquq Mihemed Hecî Mehmûd DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro bi telefonê pêwendî bi Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd kir, ku îro di şerê li Kerkûkê de birîndar bû.

 

Li gor agahiyan, Serokê Herêma Kurdistanê û hevdem Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Başûrê Kurdistanê, Mesûd Barzanî piştî ku Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd di operasyona îro ya Hêzên Pêşmerge ya li dijî rêxistina DAIŞê de li Kerkûkê birîndar bû, pêwendî pê re kir û ji rewşa tendirustiya wî pirsî.

 

Serpireştê Eniya Kerkûkê ya Hêza Pêşmerge, Mihemed Hecî Mehmûd di operasyona îro ya Hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkûkê de di encama teqîna bombeke vedayî de ligel 7 pêşmergeyên din birîndar bû.

 

Hat zanîn, yek ji wan pêşmergeyên ku di teqînê de birîndar bibû, ji ber dijwartiya birînên wî, jiyana xwe ji dest da.

 

Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistaê îro 11ê Îlonê di daxuyaniyekê de ragihand, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo agahdarbûn ji rewşa tendirustiya Mihemed Hecî Mehmûd bi telefonê pêwendî bi wî kiriye.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin, di vê pêwendiya telefonî de, Barzanî sipasiya serpireştê eniya Kerkûkê ya Hêza Pêşmerge, fermandeyên pêşmerge û hemû pêşmergeyan kiriye û hêviya zû başbûnê ji birîndaran re xwastiye.

 

Herwiha li gor daxuyaniyê, Barzanî serxweşî li kesûkarên şehîdên operasyona îro jî kiriye.

 

Îro 11ê Îlonê Hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê li eniya Kerkûkê dest bi operasyoneke berfireh li dijî rêxistina DAIŞê kir.

 

Di operasyonê de ku li başûrê rojhilatê Kerkûkê û li navçeya Daquqê pêk hat, 13 gund ji destê çekdarên DAIŞê hatin derxistin û 150 km ji axa Başûrê Kurdistanê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat kontrolkirin.

 

Herwiha di operasyona îro de li gor agahiyên piştrastkirî, 8 pêşmerge şehîd bûn û zêdetirî 20 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

 

Ji aliyekê din ve fermandeyên pêşmerge ji Rûdawê re ragihadin, ku di operasyona îro ya Hêzên Pêşmerge de bi dehan çekdarên DAIŞê hatin kuştin, lê hêj hejmara dawî ya kuştiyên DAIŞê nayê zanîn û cenzaeyên wna li erdê mane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst