Saziyên sivîl: Êdî em nikarin binpêkirinan bişopînin

Amed (Rûdaw)- Li Bakûrê Kurdistanê saziyên sivîl jî amaje bi wê yekê dikin ku êdî ev rewş gihaye asteke wisa ku ew êdî nikarin binpêkirinan bişopînin û dibêjin, pêwîst e êdî Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî li hember vê rewşê bêdeng nemînin.

Li Bakûrê Kurdistanê di nava 2 mehên dawî de mijara ku ji rojeve dernekeve, qedexkirin û kuştinên sivîlan ne.

Parêzvanên mafên mirovan jî amaje bi wê yekê dikin ku êdî rewşa şerekî giran derketiye holê û ji ber vê yekê jî hiquq li Bakûrê Kurdistanê bi awayeke cûda dimeşe.

Serokê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê ya Amedê Bariş Yavuz: “Li Bakûrê Kurdistanê hiquq hatiye rawestandin. Mînaka herî xurt jî li Cizîra Botan e. Polîseke ji rêzê dikare ji wezîrekî re bêje "ez te naxim Cizîrê". Ev yek dide nîşan ku ji bo Cîzîrê hiquqeke teybet tê rêvebirin. Her çiqas di derbarê van bûyeran de me çend raport ji rêxistinên navnetewî re şandibin jî heta niha bersivek nedane me. “

Mafnas amaje dikin ku ew her roj bi binpêkirineke din re rubiru dibin û hijmara van binpêjkirinan ewqas zêde ye ku êdî di warê şopandinê de ew naçar dimînin.

Li gorî amarên dawî di nava 6 rojan de tenê li Cizîra Botan 20 sivîlan jiyana xwe ji dest danê û hijmara birîndaran jî nayê zanîn.

Saziyên sivîl li Bakurê Kurdistanê dibêjin, pêwîst e êdî Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî li hember vê rewşê bêdeng nemînin.