Mihemed Hacî Mehmûd: Di şer de dibe ku em şehîd jî bibin

11-09-2015
RÛDAW
Nîşan Mihemedê Hacî Mehmûd
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw)- Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê Mihemedê Hacî Mehmûd di operasyona başûrê Kerkûkê de birîndar bûye.

Peyamnêrê Rûdawê ji Kerkûkê ragihand ku, Mihemedê Hacî Mehmûd di operasyona îro ya Hêzên Pêşmerge li navçeya Daquq a başûrê Kerkûkê de ligel 7 pêşmergeyên din birîndar bûye.

Mihemedê Hacî Mehmûd û ew 7 pêşmerge bombeke vedayî li gundê Elbû Mihemed bi wan de teqiya û hemû brîndar bûn.

Jêderekî nêzîk ji Mihemedê Hacî Mehmûd ji Rûdawê re ragihand ku, birîna wî sivik e û metrsî li ser jiyana wî tine ye û niha dîsa li eniya şer e.

Endamê Serkirdatiya Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Adil Mela Salih ev nûçe ji Rûdawê re piştrast kir û ragihand: "2 birîndar ji wan zavê Mihemedê Hacî Mehmûd in û 1 jî sekreterê wî ye, herwiha yek jî berpirsê şaxa wê partiyê li devera Germiyan e."

Mihemedê Hacî Mehmûd ji Rûdawê re ragihand: "Di şer de dibe ku em birîndar û şehîd jî bikevin. Ez birîndar im, lê ez ji çeperên şer naçim. Tiştê ku me heye bila qurbanî Kurdistanê be."

Adil Mela Salih ji Rûdawê re ragihand: “Yek ji wan pêşmergeyên ku ligel Mihemedê Hacî Mehmûd birîndar bibûn, bi navê Şewket Mihemed ku bi giranî birîndar bibû, şehîd bû.”






Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst