El-Wehde: PYDê di hilbijartinên Efrînê de saxtekarî kir

12-09-2015
RÛDAW
Logoya partiya El-Wehde
Logoya partiya El-Wehde
Nîşan Rojavayê Kurdistan Efrîn Hilbijartin El-Wehde PYD Saxtekarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya El - Wehde ya Rojavayê Kurdistanê PYD bi saxtekarî di hilbijartinên şaredariyên Efrînê tohmetbar kir û xwe ji hilbijartinan vekişand.

 

Li gor agahiyên Rûdawê, Partiya El-Wehde ya Rojavayê Kurdistanê ku beşdarî bi hilbijartinên şaredaryan ên li Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kiribû, xwe ji hilbijartinan paşve vekişand.

 

El-Wehdeyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku rêvebiriyên Rojavayê Kurdistanê di destê wê de ne, bi encamdnaa saxtekariyên berfirhe di hilbijartinên şaredariyên Efrînê de tohmetbar kir.

 

Berpirsê Rêxistina El-Wehdeyê Îdrîs Naso di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Li gellek deverên Efrînê partiya wan di pêşiya PYDê de bû, lê belê PYDê ji tirsa ku rastî şikestinê were, dest bi saxtekariyan di hilbijartinan de kir.”

 

Îdrîs Naso herwiha taybet bi Rûdawê got: “Endamên Asayişa Efrînê ku ser bi PYDê ve ne, derbasî nava navendên dengdanê bûn û kartên dengdanê dirandin.”

 

Naso tekez kir: “Niha Serkirdatiya partiya El-Wehdê li Efrînê dest bi civîneke awarte kirine û dê piştî civînê daxuyaniyekê ji raya giştî re belav bikin.”


Duh 11ê Îlonê bi serpireştiya Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê ku PYDê ava kiriye, hilbijartinên şaredariyan birêve çûn. Partiya El-Wehdeyê jî beşdarî di hilbijartinan de kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst