Hevçeperê Mihemed Hecî Mehmûd şehîd bû

11-09-2015
RÛDAW
Nîşan Başûrê Kurdistan Kerkûk PSDK Pêşmerge Şehîd Mihemed Hecî Mehmûd
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) -  Hat zanîn, yek ji wan 7 pêşmergeyên ku îro di operasyona Hêzên Pêşmerge de ligel Sekreterê PSDKê Mihemed Hecî Mehmûd li Kerkûkê birîndar bibûn, şehîd bû.

 

Endamê Serkirdatiya Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê (PSDK), Adil Mela Salih di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, yek ji wan pêşmergeyên ku îro di operasyona Hêzên Pêşmerge de li Kerkûkê ligel Serpireştê Eniya Kekrûkê Mihemed Hecî Mehmûd birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.

 

Adil Mela Salih ji Rûdawê re got: “Yek ji pêşmergeyan ku xelkê navçeya Kelarê bû û pêşmergeyekî xaneninişîkirî (teqawîdkirî) bû, bi navê Şewket Mihemed ji ber dijwariya birînên xwe şehîd bû.”

 

Li gor agahiyan ew kesên ku di teqîna bombeyê de ligel Mihemed Hecî Mehmûd birîndar bûn ev in:

 

  • 1-Serwer Kamîl Hadî, ku zavayê Mihemed Hecî Mehmûd e.
  • 2-Helkewt Elî Ferec ku Sekreterê Taybet ê Mihemed Hecî Mehmûd e.
  • 3-Berpirsê Liqa Germiyanê ya PSDKê.
  • 4-Berpirsê Dezgeha Karûbarên Pêşmegeyên PSDKê, Selah Elî Heme Salih
  • 5-Newzad Elî Heme Salih ku pêşmerge ye.
  • 6-Mam Qadir ku pêşmergeyekî xanenişînkirî ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst