Festîvala Defjeniyê piştî 7 salan bêdengî, dîsa hat lidarxistin

Sine (Rûdaw) – Piştî 7 salan cardin Festîvala Defjeniyê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin. Festîvala vê carê dê sê rojan bidome û di dawiyê de qedr û hurmeta hunermend û defjenê navdar ê kurd Bîjen Kamkar were girtin.

7 sal bûn festîvala hunerî ya defjeniyê li Rojhilatê Kurdistanê bêyî ku ti hêceteke wê hebe, hatibû sekinandin.

Lê Navenda Hunerî ya Kurdistanê ya bajarê Sine bi hevkarî û alîkariyên hinek sazî û dezgehên din dîsa festîval zindî kir. Festîvalê duh (10ê Îlonê) li bajarê Sine dest pê kir.

Li gorî portala fermî ya Parêzgeha Sine, di festîvalê de herî kêm 200 hunermend dê li ser lêdana defê hevrikiyê bikin.

Festîval dê sê rojan bidome û di roja dawiyê de dê qedr û hurmeta defjen û hunermendê navdar ê kurd Bîjen Kamkar bê girtin.