TIRBESPÎ - Gund bi enerjiya rojê vejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê li gund û bajaran xelk êdî elektrîka xwe bi enerjiya rojê dabîn dike.

Enerjiya alternatîv bûye bijardeya xelkê Rojavayê Kurdistanê.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê ji ber kêmiya elektirîkê, zêdetir berê xwe dide kirîna panelên rojê.

Tevî ku danîna pergala enerjiya rojê biha ye û zehmetiyên wê hene welatî neçar dimînin wê pergalê bi kar bînin.

Ji destpêka aloziyan ve li bajarên Herêma Cizîrê jenerator hatine bicihirin lê wê yekê yek jî pirsgirêk çareser nekir.

Gundê Himarayê yê navçeya Sinceqa Tirbespiyê yek ji wan gundan bû ku ji ber nebûna elektrîkê av lê nemabû.

Lê bi saya pêkanîna projeya avê û çalakkirina bîra avê, gund ji nû ve hat vejandin.

Proje bi hevkarî û piştevaniya revenda gund hat bicihkirin.

"Projeya me ya pîroz bi ser ket"

Niştecihê gund Yûsif Erzem got:

“Ev wekî projeya giştî ya gundê me bû. Me komîtê ava kirin. Komîteyek li Kurdistanê, yek li Qamişlo û yek jî li vê derê bû.

Gundiyên me hemû bi enerjî û moraleke gelekî xurt tevlî projeyê bûn û ev projeya me ya pîroz bi ser ket.”

Bicihkirina wê projeyê şêniyên gund kêfxweş kirin.

Piştevanên wê projeyê hêvî dikin ku ew ezmûn li herêmê belav bibe ji ber ku ew hem elektirîkê hem avê bi paqijî û jingehdostiyê dabîn dikin."