Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê bîlançoya şer eşkere kir

11-08-2024
Nîşan Dêrezor Çekdar Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê ragihand ku li Dêrezorê 25 çekdarên komên Hikumeta Sûriyeyê û çekdarên Dîfa El Weteniyê hatine kuştin.

Çekdarên Hikûmeta Sûriyeyê ji şeva çarşema borî heta sibeha pêncşemê êrişî çend deverên cuda yên Dêrezorê kir.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersiv da êrişan û çekdar neçar man vekişin.

Çekdaran şeva înê careke din bi topan êrişî rojhilatê Dêrezorê kir.

HSDyê ragihand ku di topbaranên komên çekdar ên Hikûmeta Sûriyeyê de heta niha 11 sivîl şehîd ketine 5 sivîl jî birîndar bûne.

Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê jî bi daxuyaniyeke nivîskî amarên şer belav kirin.

25 çekdar hatin kuştin

Meclisê diyar kir ku di encama bersivdayîna êrişan de 25 çekdarên komên Dîfa El Weteniyê û çekdarên din ên Hikumeta Sûriyeyê hatine kuştin.

Meclisa Leşkerî diyar kir ku di êrişên çekdaran de 2 şervan jî şehîd ketine.

Meclîsê ragihand ku komên çekdar bi awayekî ketober êrişî sivîlan kiriye û got ku “Êriş bê bersiv namînin.”

Armanca wan derxistina fitneyê ye

Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê li ser armanca êrişan jî wiha got:

“Eşkere ye ku armanca sereke ya van êrişan kontrolkirina herêmê û derxistina fitneyê ye.

Dixwazin dîsa herêmê veguherînên gola xwînê.

Komên girêdayî hêzên Hikumeta Şamê û komên wê yên Dîfa El Weteniyê rasterast malên sivîlan kirin armanc.”

“Bê bersiv namînin”

Meclîsa leşkerî diyar kir ku ew de heyfa şervan û sivîlan hilînin û li pey çû:

“Em soz didin em dê bi hemû hêza xwe erkê xwe ya parastina gelê xwe û herêmên xwe ji êrişan bidomînin.

Komkujî dê bê bersiv nemînin. Em dê mafên xwe yê parastina rewa bi kar bînin ku di hemû qanûn û zagonên navneteweyî de hatine diyarkirin.

Ev êriş dikevin xizmeta rêxistina DAIŞa terorîst ku li derfetekê digere da ku xwe zindî bike û terora xwe li herêmê belav bike.”

Meclîsa Leşkerî herwiha ragihand ku gelê Dêrezorê piştgirî daye wan û spasiya meqûl û rûspiyan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst