Mîr Hazim Tehsîn Beg: Bi Misilmanên Kurdistanê re dîrokeke me ya hevpar heye

11-08-2024
Nîşan Mîr Hazim Tehsîn Beg Kurdên Êzidî Misilman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg got, Bi Misilmanên Kurdistanê re dîrokeke me ya hevpar heye, bav û bapîrên me bi hev re jiyane.”

Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg ji Tora Medyayî ya Rûdawê re li ser rûdanên vê dawiyê axivî û got:

“Em spasiya her kesî dikin ku di aramkirina rewşê de rola wan hebû.

Em bi taybetî jî spasiya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kesayetên civakî û dînî dikin.”

“Bav û bapîrên me bi hev re jiyane”

Mîr Hazim Tehsîn Beg li ser pêwendiyên Kurdên Êzidî û Misilmanan jî wiha axivî:

“Bi Misilmanên Kurdistanê re dîrokeke me ya hevpar heye.

Bav û bapîrên me bi hev re jiyane û nabe ku bi axaftinên ti kesî ew pêwendiyên dîrokî têk biçin.”

“Divê yasayek hebe”

Mîrê Kurdên Êzidî xwest ku li Palamentoya Kurdistanê yasayek were derxistin û bihevrejiyana li Kurdistanê bi vê yasayê were parastin û li pey çû:

“Divê yasayek hebe û kî dibe bila bibe dema yekî heqaretek kir li gorî wê yasayê were damezirandin.”

Çend roj berê vîdeoyeke Fermandarê Hêzên Şingalê Qasim Şeşo belav bûbû û hinek kesan angaşt kiribû ku Şeşo di vê vîdeoyê de heqaret li Pêxemberê Îslamê kiriye.

Piştî belavbûna van angaştan gelek Îslamîstên fanatîk Qasim Şeşo û Kurdên Êzidî kiribûn hedef.

Mîr Hazim Tehsîn Beg diyar ku tevgerên şexsî bi civakê re ne pêwendîdar in û got:

“Divê em hişyartir bin”

“Tevgerên şexsî li ser şopînerên dînekî û xelkê hesab nabin.

Divê em li beramberî wan kesan hişyartir bin ku dixwazin pirsgirêkan ava bikin.

Em li ser xurtkirina hezkirinê, ruhê biratiyê û avakirina pira aştiyê û xebata bi ruhê berpirsiyariyê bi biryar in.

Dîsa em li ser vê yekê sor in ku em li hemberî hemû tevger û gotinên rik û kînê têbikoşin.”

“Me destê xwe dirêj kiriye”

Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Tehsîn Beg diyar kir ku ew dê li hemberî gefên li ser ewlehî û aştiya civakî têkoşînê bikin û got:

“Me destê xwe dirêjî we hemûyan kiriye da ku em ji bo xêr, aştî, xurtkirina biratiyê û aştiya civakî bixebitin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst