Almanya - Kemanjenê Kurd: Keman ji bo min pîroz e

Dusseldorf (Rûdaw) - Kemanjenê Kurd Azad Xoşnaw li Almanyayê çend albûman li ser muzîka Kurdî belav kirine.

Zehmet e kes hebe li muzîka Kurdî guhdarî bike û hema careke tenê be jî li jenîneke Azad Xoşnaw guhdarî nekiribe.

Bi tiliyên xwe yên efsûnî û bişirîna ku herdem li ser lêvên wî ye, kemana xwe dike amûreke efsûnî ku çîrokên tijî hest vedibêje.

Azad Xoşnaw li navçeya Şeqlaweyê ya Hewlêrê ji dayik bûye û hîn zarok ji muzîkê hez dike, nexasim jenîna amûra kemanê.

Azad Xoşnaw got, "Gava ez 8 salî bûm, amûreke kemanê ji min re çêkirin û min jî lê dida.

Paşê birayê min amûreke gîtarê kirî û piştre jî bi rêya van her du amûran min bêtir ji muzîkê hez kir.

Wê demê min li muzîka komên muzîkê yên Silêmanî û Dihokê guhdarî dikir, nemaze muzîkên mamoste Dilşad."

Azad Xoşnaw bû mêvanê bernameya Diyasporayê ya Rûdawê û li ser fêrbûna muzîkê got:

"Min ji zarokatiya xwe ve hewl da hînî muzîkê bibim, xasma kemanê.

Lê hingê li Şeqlaweyê ne muzîkvan ne jî komên muzîkê hebûn.

Zehmet bû li dereke wisa meriv baş hînî muzîkê bibe.

Me bi rêya televizyona Kerkûkê û Radyoya Kurdî ya Bexdayê li muzîkê guhdarî dikir."

“Keman ji bo min amûreke pîroz e”

Herwiha Azad Xoşnav got, "Keman li nik min amûreke pîroz bû û min hertim melodiyên Kurdî bi kemanê lêdida.

Min ji komên muzîkê yên Silêmanî û Dihokê sûd wergirtiye û ew ji bo min wekî dibistana muzîkê bûn."

Azad Xoşnaw diyar kir ku ji bo derxistina albûmekê kar û îmkanên zêde pêwîst in û ji bo berhemanîna muzîkê jî komek mûzîkjen pêwîst e.

Azad Xoşnaw wiha pê de çû "Min di 2013an de albûmeke muzîka Kurdî bi navê Awazên Çiyayên Kurdan weşand.

Vêga jî nêzî 35 parçeyên min ên muzîkê yên din amade ne û herwiha min çîroka Mem û Zînê bi kemanê vegotiye.

Guhdarîkirina muzîkê bandorê li ser rewşa malbatê dike."

Azad Xoşnaw ji sala 1996an ve ji Kurdistanê bar kiriye û ji wê demê ve heya niha li Almanyayê dijî.