Li Şaredariya Dêrsimê krîza tifaqê: ‘Bila şaredar îstifa bike’

Dêrsim (Rûdaw) - Federasyona Meclîsên Sosyalîst a Dêrsimê ji ber gotinên wî yên derbarê Şaredarê berê yê Dêrsimê Fatih Mehmet Maçoglu de banga îstifaya Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak kir.

Di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de DEM Partî, Federasyona Meclîsên Sosyalîst, EMEP, Partizan, EOC, TÎP û çend saziyên din tifaqek ava kiribûn û di bin navê DEM Partiyê de beşdarî hilbijartinê bûbûn.

Di encama hilbijartinê de Cevdet Konak wekî hevşaredarê Dêrsimê hatibû hilbijartin.

Cevdet Konak berî çend rojan di hevpeyvîneke xwe de rexne li şareadarê berê Fatih Mehmet Maçoglu girtibûn ku pêkhateyeke Federasyona Meclîsên Sosyalîst e.

“236 milyon lîre deyn hişt”

Cevdet Konak got:

“Av belaş, veguhestin belaş, nan belaş. Bi vî awayî li ser medyayê propaganda dikirin lê şaredariyê li dû xwe 236 milyon lîre deyn hişt.”

Federasyona Meclîsên Sosyalîst piştî gotinên Cevdet Konak daxuyaniyeke tund belav kir û xwest Cevdet Konak îstifa bike.

“Eger tu nikarî bi rê ve bibî, îstifa bike”

Federasyona Meclîsên Sosyalîst got, “Em ji vê derê bi awayekî eşkere bangî Cevdet Konak dikin. Eger tu nikarî bi rê ve bibî, îstifa bike.”

Federasyona Meclîsên Sosyalîst dibêje, Cevdet Konak li djî prensîbên tifaqê tevdigere û bangî  DEM Partiyê jî kir.

“DEM Partî çima bêdeng e?”

Federasyona Meclîsên Sosyalîst got:

“Bi DEM Partiyê re dostaniyeke me ya bi dehan salan û pîwendiyên me yên baş hene.

Em wiha bawer dikin ku tiştên diqewime qebûl nake. Lê em rê negirtina van êrişan û bêdengiya wê rexne dikin.

Nayê fêmkirin çima li dijî reşkirina bi mehan a li dijî tifaqê bêdeng in.

Hemû raya giştî ya demokratîk li hember geşedanan helwesta DEM Partiyê meraq dike.

Em bangî dostên xwe dikin ku rêzê li hiqûqa tifaqê bigirin.”