HPGyê nasnameya du gerîlayan eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya du gerîlayên ku li Metînayê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Firat Dilopa Baranê meha nîasnê û Dîrok Cûdî meha tîrmaha îsal li Metînayê canê xwe ji dest daye.

HPGyê diyar kir ku her du gerîlayan li Metînayê “di êrişa dijmin” de canê xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên ku HPGyê dane, nasnameyên her du gerîlayan wiha ne:

Firat Dilopa Baranê: Navê wî yê fermî Ferhat Bozkurt  e û ew ji bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê ye.

Dîrok Cûdî: Navê wê yê fermî Solîn Başturk e û ew ji Til Hemîsê ye.

HPGyê da zanîn ku Dîrok Cûdî  2017an tevî refên gerîlayan bûye.