Li Xarpêtê agir bi zeviyê ket
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kebanê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê agir bi zevi û herêmeke çiya ket û midexale berdewam e.
Şeva borî li navçeya Kebanê nêzîkî Çemê Feratê ji ber sedemeke nehatiye zanîn agir bi zevî û herêma çiya ketiye û bi bandora bayê re berfireh bûye.
Li ser agahdarkirinê tîmên cenderme û tîmên ser bi Rêveberiya Herêma Daristanê çûne cihê bûyerê û midexaleya agir kirine.
Hatiye ragihandin ku ji ber cihê agir pê ketiye çiyayî ye, tîmên midexaleyê bi zehmetî karê xwe dikin û midexaleya agir berdewam dike lê heta niha ji asmanî ve ti midexale nehatiye kirin.