‘Divê Bêrecûk û Xelfetî bibine navçeyên Dîlokê’

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Bazirganîya Bêrecûkê dixwaze Bêrecûk û Xelfetî yên navçeyên Rihayê, bibine navçeyên parêzgeha Dîlokê.

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Bêrecûkê Sadettîn Bîlgîn daxwaznameyek ji Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê re şand.

Sadettîn Bîlgîn di daxwaznameyê de xwestiye ku Bêrecûk û Xelfetî ji Rihayê werin veqetandin û bibine navçeyên Dîlokê.

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Bêrecûkê Sadettîn Bîlgîn bû mêvanê bultena Rûdawê û got:

“Ez bixwe 80 salî me lê ez di emrê xwe de belkî 4 caran çûbime Rihayê.”

Sadettîn Bîlgîn diyar kir ku Bêrecûk gelekî dûrî Rihayê ye û xizmeta wan nayê kirin û xelkê Bêrecûk û Xelfetiyê jî dixwazin navçeyên wan li ser Dîlokê bin.

“Dewlet bila referandûmekê bike”

Bîlgîn pêşniyarek jî kir û got:

“Dewlet bixwaze bila referandûmekê bike û ji şêniyên wan deveran bipirse, ew ê bi yek dengî bixwazin ku navçeyên wan li ser Dîlokê bin.”

Bilgîn anî ziman ku xelkê her du navçeyan tenê ji bo karên fermî diçe Rihayê lê kirîn û firotin û karên wan ên rojane her li Dîlokê ne.

Navbera navçeya Bêrecûkê û navenda Rihayê 79 kîlometre, navbera Bêrecûkê û navenda Dîlokê 61 kîlometre ye.

Herwiha navbera Xelfetiyê û navenda Rihayê 111 kîlometre, navbera Xelfetiyê û navenda Dîlokê 93 kîlometre ne.