Li Agiriyê agir bi zeviyekê ket: 700 kewarên mêşan ji nav çûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Agiriyê ji ber agirê ku bi zeviyekê ket, 700 kewarên mêşvanekî şewitîn.

Li gorî zanyariyan li gundê Gorê yê navçeya Patnosê ya Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê agir bi zeviyeke beyar ket.

Ji ber leza ba agir di demeke kurt de li derdora zeviyê belav bû û gihîşte kewarên mêşên mêşvanekî.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê û wan agir vemirand.

Di agir de beşeke zêde ya 700 kewarên mêşên mêşvanê gerok ê bi navê Osman Yilmaz şewitîne.

Osman Yilmaz bixwe xelkê bajarê Orduyê yê Tirkiyeyê ye û bi hezaran mêşên wî jî şewitîne.