Şîmşek li Êlihê: Em dê hemû amûrên polîtîkayê bi kar bînin

11-08-2023
RÛDAW
Nîşan Mehmet Şîmşek Êlih Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek ragihand ku ji bo pêşveçûnê divê di qadên veberhênan, hilberîn û hinardeyê de xebat bên kirin.

Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek li memleketê xwe bajarê Êlihê, derbarê rewşa aboriyê de daxuyanî da.

Şîmşek destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna mayînde divê di qadên veberhênan, îstixdam, hilberîn û hinardeyê de xebat bên kirin û divê ev mijar derkevin pêş

Şîmşek got, "Em ji bo pêkanîna vê yekê bibiryar in. Em dê polîtîkaya bac, kredî û teşwîqê jî li gorî vê yekê amade bikin."

"Em dê hemû amûrên polîtîkayê bi kar bînin"

Şîmşek ragihand ku di çarçoveya bernameya aboriyê de ji bo ku enflasyon dakeve "hejmarên yekxaneyî" ew dê hemû amûrên polîtîkayê bi kar bînin.

Ji bo serdana xwe ya welatên kendavê jî Şîmşek got ku ew herî zêde li ser fînansmana hinardeyê sekinînê û wan ev mijar derxistiye pêş.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst