Li Silêmaniyê 3 kes kuştibûn, hate desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê nahyeya Pîremegrûnê ya navçeya Dûkanê ya Silêmaniyê ragihand ku kujerê wan sê kesên ku doh bi şev li wê navçeyê hatibûn kuştin hat desteserkirin.

Ew kes li gundekî nêzîkî nahyeya Pîremegrûnê hate desteserkirin.

Rêveberê Nahyeya Pîremegrûnê Bekir Ebdulkerîm ji Rûdawê re got, tometbarê kuştina wan her sê kesan, îro ji aliyê hêzên Asayîşa Pîremegrûnê ve li gundekî derdora navçeyê hate girtin.

Tometbar radestî polîsan hatiye kirin

Hêzên Asayîşa Pîremegrûnê ew kes radestî polîsan kir.

Bekir Ebdulkerîm herwiha got, “Tometbar radestî polîsan hatiye kirin daku li gorî yasayan serederî pê re were kirin.”

Qaymeqamê Dûkanê Sîrwan Lale Serhed ji Rûdawê re derbarê bûyerê de gotibû:

“Ew her sê kes bav, bira û birazî ne. Herwiha jineke ji wê malbatê jî bi giranî hatiye birîndarkirin û niha li nexweşxaneya bajêr e.

Kesê tometbar ne endamê wê malbatê ye.”