ÊLIH - Agirê ku bi bax û baxçeyan ketibû hat vemirandin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kercosê ya Êlihê agirê ku bi bax û baxçeyan ketibû hat vemirandin lê 75 donim zevî zerer dît.
Li gundê Qerqatê ya Kercosê ji ber sedemeke nediyar agir bi bax û baxçeyan ket.
Şewat bi bandora ba her ku çû berbelavtir bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Kercosê çûn cihê bûyerê û agir hat vemirandin.
Di şewatê de biqasî 75 donim zevî zerer dît.