Qers jî ket ber pêla germahiyê: Paşiya kamyonetê kir hewz

11-08-2023
RÛDAW
 Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Qers Mûş Hewz Germahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê welatiyekî ji bo karker û zarokên xwe yên ji ber germê aciz bûne, qaseya kamyoneta tijî av kir û qaseya kamyonetê kir "hewza mobîl".

Bajêrê Qersê, yek ji bajarên herî sar û hênik ên Bakurê Kurdistanê ye û heta beriya mehekê jî berf lê dibariya lê ew jî îsal ketiye ber pêla germê û germahî gihiştiye 35 pileyan.

"Em li cihên hênik digerin"

Qersî jî ji bo xwe hênik bikin rêyên cuda bi kar tînin.

Welatiyê ji Qersê Tayyar Şimşekler got, “Em li cihên hênik digerin. Li ber sîberê rûdinin û bi sîwanan digerin. Divê em gelek avê vexwîn û xwe biparêzin."

Qaseya kamyonetê kir hewza avê

Li Taxa Yusufpaşayê ya Qersê hosteyê camên otomobîla Alican Kaya ji bo karker û zarokên xwe yên ji ber germê tengezar bûne, qaseya kamyoneta xwe kir hewza avê.

Welatî Alîcan Kaya amaje pê kir ku germahiya îsal ji ya salên berê zêdetir e û got:

“Ez 42 salî me, cara ewil e ku germahiyeke wiha dibînim. Me bi derfetên xwe kamyona xwe ji avê dagirt û em bi vî awayî hewl didin xwe hênik bikin.

Zarokan jî got em dişewitin, me jî li gorî derfetên xwe ji xwe re hewzek çêkir.”

Li Mûşê zarokan berê xwe da rûbaran

Herwiha li bajarê Mûşê jî zivistanan sermayeke hişk, havînan jî hewayeke hênik heye. 

Vê havînê Mûş jî weke piraniya bajarên Kurdistanê gelekî germ e û Mûşî berê xwe didin çem û rûbaran.

"Ev heqê keda me ye" 

Zarokê bi navê Eyuphan Taş jî wiha axivî:

Hewa gelekî germ e. Bêhna me teng bû û em hatine avjeniyê. Me ev gol ji xwe re çêkiriye.

Me kevirên biçûk bixwe anîn û yên mezin jî bi traktorê danîn pêşiya avê. Ev heqê keda me ye û em avjeniyê dikin.”

Hefteya bê jî germahî berdewam dike

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê jî diyar kir ku dê pêla germahiyê hefteya bê jî li seranserê Bakurê Kurdistanê berdewam bike. 

Li gorî pêşbîniyên keşnasiyê, dê îro li Riha, Mêrdîn, Şirnex, Amed û parêzgehên derdora wan germahî zêdeyî 43 pileyan be.

Dê li Wan, Mûş, Qers, Agirî û parêzgehên din ên herêma Serhedê jî germahî di navbera 30-35 pileyan de be. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst