Serê Kaniyê: Cendirmeyên Tirkiyeyê ciwanek kuşt

11-08-2023
RÛDAW
Nîşan Serê Kaniyê Cendirme
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Serê Kaniyê dema ku ciwanekî Sûriyeyî xwestiye derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibe, cendirmeyên Tirkiyeyê gule lê reşandin.

Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) li navçeya Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, dema ku ciwanekî Sûriyeyî xwestiye derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibe, cendirmeyên Tirkiyeyê yên li ser sînor gule lê reşandine.

SOHRê diyar kir ku ew ciwan xelkê bajarokê Şihêlê yê Dêrezorê ye û bi guleya cendirmeyan canê xwe ji dest daye.

Li gorî heman çavkaniyê, ji destpêka 2023an ve 17 sivîlên Sûriyeyî dema ku wan xwestiye derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibin ji aliyê cendirmeyên li ser sînor ve hatine kuştin.

Herwiha 28 kesên din jî birîndar bûne ku di nav wan de 3 jin û zarokek jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst