Meletî dîsa hejiya, xelk li parkan raket: 23 kes birîndar in

11-08-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Erdhej Meletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şeva borî parêzgeha Meletiyê careke din bi mezinahiya 5,3 pileyan hejiya. 

Li kafeteryayeke Meletiyê hest bi erdheja 5,3 pileyan hat kirin. Karmend û mêvan bi lez reviyan.

Piştî erdhejên mezin ên 6ê Sibatê, cara yekem e xelk bi vî awayî ditirse.

“Ev tirs dê bi dawî bibe û em ê rizgar bibin”

Welatiyekî li ser erdheja doh got:

“Piştî erdheja mezin em dîsa ji malê derketin. Xweda alîkariya hemûyan bike. Înşalah ev cara dawî ye.

Ev tirs dê bi dawî bibe û em ê rizgar bibin. Em dema erdhejê li malê bûn û em derketin. Hinekî tund bû.”

Li gorî ragihandina Hikûmeta Tirkiyeyê di erdheja şeva borî de 23 kes birîndar bûn.

Li Semsûra Bakurê Kurdistanê jî welatiayan nikaribû bi aramî rakevin.

Li Meletiyê jî ku di erdheja 6ê Sibatê de zerareke zêde dît, xelk bi şev li parkan ma. Welatî heta ronahiyê sibehê venegeriyan malên xwe.

Avahiyên zerardîtî û nîvxerabûyî yên erdheja 6ê Sibata tirs û xofa xelkê zêdetir kirin.

Hikûmeta Tirkiyeyê ji xelkê dixwaze avahiyên nîvzerardîtî jî di çarçoveya projeyê de dê ji nû ve bêne avakirin.

“Bi rastî ev barê me girantir dike”

Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê yê Tirkiyeyê Mehmet Ozhaseki li ser erdhejê got:

“Em amade ne avahiyên nîvzerardîtî ji nû ve ava bikin. Bi rastî ev barê me girantir dike û pereyekî zêdetir pêwîst e lê ne pirsgirêk e.

Ya girîng ew e, ev kar bi yekcarî bê kirin û em ji vê rewşê rizgar bibin.”

Roja 6ê Sibata 2023an 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6an 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hejandin.

Di her du erdhejan de zêdetirî 50 hezar kesî canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst