Piştî Meletiyê li Çewlîgê jî erdhej

11-08-2023
RÛDAW
Nîşan Çewlîg Erdhej Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîga Bakurê Kurdistanê, îro bi hêza 4,3 pileyan erdhejek çêbû.

Piştî erdheja 6ê Sibatê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erdhejên paşekî berdewam in.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, îro demjimêr 04.55an li Kanîreşê bi hêza 4,3 pileyan erdhej çêbû.

Li gorî agahiyên AFADê, kûrahiya erdhejê jî 7,43 kîlometre bûye.

Herwiha şeva borî demjimêr 20.48an li navçeya Çermiktiyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê jî bi hêza 5,3 pileyên rîxterê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê kûrahiya vê erdhejê 7 kîlometre bû.

22 kes birîndar bûn

Erdheja Meletiyê bû sedema tirsê û hejmareke zêde ya xelkê ji malên xwe derket.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya diyar kir ku di erdheja Meletiyê de 22 kesên ku ji ber tirsê xwe ji avahiyan avêtiye, birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst