Efrîn: Çekdar darên zeytûn û fêkiyan dibirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrînê çekdarên girêdayî Tirkiyê dest bi birîna darên zeytûn û fêkiyan kirine. Grûpa bi navê Ceyş El-Îslam ya girêdayî Tirkiyê dest bi birîna darên zeytûnan li çend navçeyê Efrînê kiriye.

Rêxistina Mafên Mirov-Efrîn ragihand, çekdarên grûpa Ceyş El-Îslam ên girêdayî Tirkiyê li çend navçeyên Efrînê dest bi birîna darên zeytûnan bi awayekî bêserûber kirine û wek êzing difiroşin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirov-Efrîn,welatiyên ku darên wan hatine birîn ev in: Nûrî Necar ji gundê Eyn Dara yê navçeya Şêrawa, Hesen Hesen û Nûrî Abdo ji şêniyên gundê Qîbarê yê navenda bajarê Efrînê, Malbata Şêx Hesen ji gundê Teranda yê navenda bajarê Efrînê û malbata Şêx Selîm ji gundê Anakbe yê navçeya Şiranê ne.

Heman çavkaniyan daye zanîn, ew dar ji bo parêzgeha Idlibê hatine veguhestin û wek êzing hatine firotin.

Li gor heman rêxistinê, tona wan daran bi 135 dolaran tê firotin û heta niha nêzîkî 7 ton dar firotine.

Roja 9ê Tebaxê jî, grûpa Ehrar El-Şerqiye ya girêdayî Tirkiyê 1500 darên Hinaran ji Deşta Şadiya ya nahyeya Raco  ya Efrînê birîbûn.

Li gor agahiyan, ew dar ên welatiyekî Kurd ê bi navê Huseyîn Ehmed Xelîl Cafer bûne.