Sefîn Dizeyî û Wezîrê Derve yê Lîtwanya rewşa koçberên Kurd gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî û Wezîrê Derve yê Lîtwanyayê, Gabrielius Landsbergis roja Sêşemê 10ê Tebaxê roja Sêşemê 10ê Tebaxê di pêwendiyeke telefonî de rewşa koçberên Herêma Kurdistanê yên di kampên wî welatî de gotûbêj kirin.

Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê naveroka vê pêwendiya telefonî de, li ser hesaba xwe ya Facebookê ragihandiye, “Sefîn Dizeyî derbarê rewşa penaberan de pirs kirine û ji ber mêvandarîkirin û vehewandina koçberên ku ji Iraqê û Herêma Kurdistanê berê xwe dane Lîtwanyayê, li ser navê Hikûmeta Herêma Kudistanê spasiya hikûmet Lîtwanya kiriye.”

Li gor daxuyaniyê, Sefîn Dizeyî di vê pêwendiya telefonî de amaje kiriye ku “rewşa hejmarek ji koçberan baş nîne”, lewra daxwaz ji hikûmeta wî welatî kiriye, heta dema yekalîbûna çarenivîsa wan penaberan, “bêtir alîkar bin û têkildarî rewşa jiyana wan a rojane hin asankariyan bikin.”

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de ragihandiye, Wezîrê Derve yê Lîtwanyayê spasiya Dizeyî kiriye ji ber vê pêwendiya telefonî û daxwaz kiriye, “Hevahengiyeke temam hebe di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Lîtwanya de, bi armanca çareserkirina vê mijarê, bi taybet jibo rêgirtin li bazirganîkirina bi mirovan û bikaranîna rêyên ne yasayî.”

Li gor daxuyaniyê, demsala sermayê li Lîtwanyayê di meha Îlonê de destpê dike, lewra herdu alî hemfikir bûn ku pêwîst e rewşa koçberan bê çareserkirin û herdê aliyên Herêma Kurdistanê, hikûmeta federal a Iraqê û hikûmeta Lîtwanyayê hewlên xwe zêde bikin, jibo ku di rêya herdu rêxistinên IOM û UNHCR alîkariya wan bê kirin û rewşa wan bê baştirkirin, bi taybet ew koçberên ku bi xwe dixwazin vegerin Iraqê û Herêma Kurdistanê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê, Ehmed Sehaf êvara Sêşemê 10ê Tebaxê di dauxyaniyekê de ragihand, firokeyeke Hêla Esmanî ya Iraqê ku 240 hemwelatiyên Iraqî têde bûn, di nav de termê Ceifer el-Haris, ku li Belarusê û li ser sînorî Lîtwanyayê asê mabûn, êvara Sêşemiyê gihîşt Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê.

Ehmed Sehaf got, firokeyeke din ku zêdetir ji 80 kes têde bûn, roja Duşemê gihîştibû Bexdayê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê diyar kir, Hêla Esmanî ya Iraqê û dîplomatên Iraqê yên li Mînskê, tevaya hewlên xwe dixin tevgerê, ji bo vegerandina hemwelatiyên Iraqî yên ku li ser sînorê Belarus-Lîtwanyayê asê mane.

Roja 6ê Tebaxê, Berpirsa Ofîsa Lîtwanya ya Rêxistina Koça Navdewletî, Jovita Sandaite ji Rûdawê re gotibû, zêdetir ji 4000 koçberan ji Belarusê ve çûne Lîtwanyayê ku zêdetirî 2,700 kes ji wan koçberên Iraqî ne.

Lîtwanya dibêje, derbasbûna rêjeyeke wiha zêde ya koçberan ji sînorê Belarusê bo nav axa wî welatî, bizavek siyasî ye ku koçberan wek karteke zextê li dijî Yekîtiya Ewropayê bikar tîne.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Lîtwanyayê Mantas Adomenas roja Pêncşemê ji Rûdawê re got, cîranê wan, Belarus koçberan ber bi Lîtwanya ve dişîne da ku zextê li YE bike da ku cezayên li ser wî welatî bên rakirin.