HUDA-PAR: Sedema bûyera li Konyayê ne nijadperestî ye

11-08-2021
Nîşan Komkujiya Konyayê HUDA-PAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) derbarê komkujiya 30ê Tîrmeha îsal li Konyayê ya li dijî malbata Kurd de îdia kir ku ti pêwendiya wê bûyerê bi nakokiyên etnîkî re nîne û hinek aliyan ew bûyer ji xwe re weke derfetekê dîtine û xwestine weke nakokiyeke etnîkî nîşan bidin.

HUDA-PARê derbarê komkujiya li dijî malbata Kurd a li Konyayê  tê de 7 kes hatin kuştin de raportek bi navê “Komîsyona Lêkolînkirina Qetlîama li Merama Konyayê” amade kir û li Stenbolê bi raya giştî re parve kir.

Rapor ji aliyê Serokê Komîsyona Lêkolînkirina Qetlîama li Merama Konyayê Mahmut Şahîn ve hat xwendin û got: “Roja 30ê Tîrmeha 2021an, li navçeya Meram a Konyayê qetlîamek çêbû ku di encamê de 4 jin û 3 zilaman canê xwe jidest dan. Heya niha di derbarê wê qetlîamê û sedemên wê de ji aliyê saziyên peywendîdar ve zanyariyên pêwîst nehatine belavkirin.”

Mahmut Şahîn îdi dike ku ti pêwendiya wê bûyerê bi nakokiyên etnîkî re nîne û hinek aliyan ew bûyer ji xwe re weke derfetekê dîtine û xwestine weke nakokiyeke etnîkî nîşan bidin û pêvajoyê xirab bikin.

Mahmut Şahîn got: “Piştî ku di navbera malbatên Dedeoglu û Keleş de bûyer rû da û hisûmet çêbû. Malbat, muxtar, partiyên siyasî, berpirsên komeleyên civakî n û rûspîyên Kurd û Tirkan ên li wê taxê ji vê meselê re bêdeng man û dengê xwe ji vê yekê re nekirin.Ev yek jî rewşa dawî ya civaka me ya li hember vê meseleyê nîşanî me dide. Lewra ji bo hisûmeta heyî  bê dawîkirin di vî warî de gavên pêwîst nehatin avêtin.”

Şahîn di berdewama daxuyanîya xwe de bal kişand li ser helwesta rayedarên hikûmetê û dû re wiha got: “Rayedarên dewletê piştî qetlîama ku hat kirin re gavên pêwîst neavêtin û bi heqê wê agahîyên rast bi raya giştî re parve nekirin. Ev yek bû sedem ku hinek derdor li ser vê meseleyê agahiyên provakatîf amade kirin.Di meseleyên wisa de divê rayedarên dewletê demildest gavan bavêjin û raya giştî derheqê meseleyê de agahdar bikin da ku ti kes nikaribe xeberên provakatîf nikaribin bikin. Ji bo mesele  bi temamî derkeve holê û her tişt aşkere bibe divê lêkolînên berfireh bên kirin. Divê ev yek jî bê zanîn ji ser qetlîama ku li Konyayê hat kirin hat xwestin şereke qewmî bê derxistin.”

Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA-PARê Mehmûd Şahîn got jî, li wê navçeyê civakên cuda bihev re dijîn, lê hinek alî dixwazin nakokiyan kûr bikin û wiha pê de çû: “Di derbarê  qetlîamê û sedemên wê de hinek axaftinên dûr ji rastiyê tên kirin. Hinek aliyan jî ev yek ji xwe re weke derfetekê zanî ye û bi rê û rêbazên cuda, bi belavkirina nûçe û vîdyoyan, ew bûyer weke bûyerekî etnîkî nîşan dane û bi vî awayî jî hewl dane ku pêvajoyê xirab bikin. Bêguman di dîrokê de jî gelek civakên ku ol û nasnameyên wan cuda, bihev re jiya ne. Herwiha, me her tim dîtiye ku hinek aliyan xwestine nakokiyên heyî sor bikin. Xirabkirina bingehên civakî, ji avakirina civak û aramiya civakî zêdetir, di çarçoveya kûrkirina krîzan de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst