PKKê teqe li Zêrevanên Sînorî yên Iraqê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Fermandariya Zêrevanên Sînor ên Iraqê, Hemad Dizeyî ragihand, gerîlayên PKKê şeva bihorî teqe li hêzên wan kirine. Rêveberê bajarokê Sîdekanê jî dibêje, di pevçûnê de şivanekî xelkê deverê birîndar bûye.

Emîd Rukn Hemad Dizeyî ji Rûdawê re ragihand, şeva bihorî hejmarek gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li sînorê nahiyeya Sîdekanê nêzîkî sengerên hêzên Zêrevanên Sînor bûn û bo demeke kurt di navbera herdu aliyan de alozî derket.

Hemad Dizeyî got: “Şeva bihorî çend çekdarên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê ve li sînorê nahiyeya Sîdekanê nêzîkî sengerên Zêrevanên Sînor bûn û ji ber wê aloziyek di navbera herdu aliyan çê bû û paşê jî hinek teqe hat kirin, lê zirarên canî çênebû.”

Dizeyî herwiha got: “Gerîlayên PKK navçe bi cih hiştin û hêzên Zêrevanên Sînor jî li cihên xwe li ser erkên xwe yên fermî û asayî ne.”

Hin zanyarî hatibûn belavkirin ku Zêrevanên Sînor piştî wê bûyerê hêzeke mezin biriye deverê, lê belê wî fermandarê hêza Iraqê ew yek red kir.

Welatiyekî Soranê bi navê Ayasa Cemal, ku bi gotina wî bi karê wî li Sîdekanê ye, vîdyoyek ji Rûdawê re şandiye, ku têde hejmareke zêde ya otomobîlên serbazî yên Zêrevanên Sînor ên Iraqê tên xuyakirin.

Li aliyekê din, Rêveberê Bajarokê Sîdekanê, Îhsan Çelebî jî têkildarî bûyerê ji Rûdawê re diyar kir: “Demijimêr 20:05 şeva bihorî gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê teqe li kesekî bi navê Menaf Ebdulla Xidir ê temen 51 sal û nîştecihê gundê Amokanê yê ser bi nahiyeya Sîdekanê ve dikin, ku li vî sînorê karê şivantiyê dike û hatiye birîndarkirin.”

Îhsan Çelebî destnîşan kir: “Kesê birîdnar piştî ku çareseriyên destpêkê jê re hatin kirin, bo Nexweşxaneya Aştî ya li qezaya Soranê hat veguhastin û niha rewşa tendirustiya wî baş e.”

Li aliyekê din, Rêveberê Nexweşxaneya Aştî ya li Soranê red dike, ku kesekî wisa bo nexweşxaneya wan hatibe veguhastin û dibêje: “Ti nexweşek bi vî nawî nehanîne nexweşxaneya me.”