Tirkiye dibêje me 5 gerîla û PKK dibêje me 7 leşker kuştin

11-08-2020
RÛDAW
Nîşan HPG Artêşa Tirkiyê Gerîlayên PKK Kurdistan Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, li Heftenînê 2 û li Avaşînê 3 gerîlayên PKKê di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dane. Wezareta Navxwe ya wî welatî jî dibêje, li navçeya Şaxê ya Wanê di pevçûnekê de 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane. Ji aliyê din ve HPGê ragihand ku wan 7 leşkerên Tirkiyê kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, ku li navçeya Şaxê ya ser bi parêzgeha Wanê ve di navbera hêzên wan û PKKê de şer derketiye.

Li gor daxuyaniya wê wezaretê, di pevçûnê de 2 gerîlayan canê xwe ji dest dane, lê ti amaje bi zirarên hêzên Tirkiyê nehatiye kirin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî dibêje, di encama bombebarana balafirên wan de 5 gerîlayên PKKê li navçeyên Heftenîn û Avaşînê, li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê de hatiye ku wan beriya niha li Avaşîn û Heftenînê cihê gerîlayên PKKê keşif kirine û di encama bombebaranê de li Heftenînê 3 û li Avaşînê jî 2 gerîlayên PKKê hatine kuştin.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û baskê wê yê çekdar Hêzên Parastina Gel (HPG) jî derbarê şer û pevçûnên vê dawiyê de  daxuyaniyek belav kirin.

Li gor daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPGê di çarçoveya çalakiyên xwe yê vê dawiyê li dijî leşkerên Tirkiyê de yên tên zanîn 7 leşker hatine kuştin.

HPG dibêje 10ê Tebaxê li Girê Qesrokê û Girê Katosulê gerîlayên wan 2 leşker kuştine.  

Li gor daxuyaniya HPGê li navçeya Geverê ya Colemêrgê, gerîlayên wan li derdora qereqola Zînê îro Sêşemê 11ê Tebaxê êrişê hêzên Tirkiyê kirine di vê êrişê de 3 leşker hatine kuştin.

Her li gor wê daxuyaniyê li navçeya Bazidê ya Agirî jî di navbera gerîlayên HPG û leşkerên Tirkiyê de şer derketiye û 2 leşker hatine kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûne.

HPG herwiha dibêje herêma Pîrbûlayê 3 gerîlayên wan canê xwe ji dest dane û piştre agahiyên nasnameyê yên wan bi raya giştî re dê werin parvekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst