Wezîrê Pêşmerge hişyarî da: Çekdarên DAIŞê xwe birêxistin dikin

11-08-2019
RÛDAW
Şoreş Îsmaîl: Valahiya emnî bo DAIŞê derfeteke zêrîn e
Şoreş Îsmaîl: Valahiya emnî bo DAIŞê derfeteke zêrîn e
Nîşan Şoreş Îsmaîl Pêşmerge
A+ A-

Koleco (Rûdaw) - Wezîrê Pêşmerge radigihîne ku çekdarên DAIŞê derfeteke zêrîn dîtine bo ku xwe dîsa birêxistin bikin.


Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, di roja cejnê ya yekem de li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Cemal Emînkî cejna hêzên Pêşmerge pîroz kir li bajarokê Koleco yê ser bi Germiyanê ve ku çend roj berê di encama êrişeke çekdarên DAIŞê de li wî bajarokî, 4 karmendên hêzên emnî şehîd bûbûn.


Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) û Netewên Yekgirtî (NY) hişyariyê derbarê serî hildana rêxistina DAIŞê li Iraqê didin. Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl jî di konferanseke rojnamevanî de piştrast kir  ku metirsiyeke bi wî awayî heye.


Şoreş Îsmaîl di bersiva pirsa peyamnerê Rûdawê de diyar kir ku bêguman li wan deveran valahiyeke emnî ava bûye û got, “Derfetekî zêrîn bo terorîstên DAIŞê pêk hatiye ku bikarin xwe birêxistin bikin.” Şoreş îsmaîl piştrast kir ku li wan deveran proseya xwebirêxistinkirina DAIŞê dest pê kiriye û çekdarên xwe kom dikin. Wezîrê Pêşmerge ragihand ku eger çareseriyek neyê dîtin dibe di rojên pêş de karên xiraptirji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve bên kirin.


Rêxistina DAIŞê sala 2014an dest bi devereke berfireh a Iraqê de girt. Di destpêkê de hêzên Pêşmerge ku weke yekem hêze rûbirûyê çekdarên DAIŞê bû, karîn beşeke mezin a di destê wê rêxistinê de kontrol bikin. Piştre hêzên Pêşmerge li gel Artêşa Iraqê li ser operasyonên li dijî DAIŞê berdewam bûn heta roja 09.12.2017an ku di wê dîrokê Serokwezîrê Iraqê yê wê demê Heyder Ebadî, ku weke Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên wî welatî, jinavçûna DAIŞê li Iraqê ragihand.


Her çiqas li Iraqê deverek di destê DAIŞê de nema be jî, lêbelê piştî 16ê Cotmehê li deverên Kurdistanê ku weke nakok tên binavkirin, tevgerên xwe zêde kirine û êrişan pêk tînin.


Piştî êrişa DAIŞê ya li bajarokê Kuleçe, hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li dijî çekdarên DAIŞê operasyoneke hevbeş encam dan. Piştî wê herdu aliyan jî aşkere kirin operasyon bi serkeftî bi dawî hatiye û gihiştine earmanca xwe.


Şoreş Îsmaîl derbarê yekgirtina hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê jî ragihand ku yekgirtina hêzên Pêşmerge xewna hemû miletê Kurd e û got “Hêza yekgirtî ya Kurdan ji bo hemû miletê Kurdistanê û nifşên nû dê bibe pêşerojek. Ji bo vê em niha di destpêkê de ne lêbelê piştevaniyeke zêde heye. Ez di wê baweriyê deme ku em dê di vê mijarê de karên baş bikin.”


Wezîrê Pêşmerge derbarê danûstandinên li gel berpirsên leşkerî yên Iraqê jî got ku piştî cejnê hevdîtinên wan ên li gel Komîsyona Ewlekariyê ya Iraqê dê berdewam bikin û ragihand ku li herêmên ‘nakok’ ji bo ku valahiyeke emnî rû nede û çekdarên DAIŞê sûdê jê nestînin, pêwîst e bi hevbeşî wan deveran kontrol bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst