Galeriya wêneyan

11-08-2019
29 Photos
Mihemed Şivanî

Li her welat û  bajarên welatan jî di navbera rêûresmên pîrozkirina cejnê de cudahî hene, lêbelê yek ji xala hevbeş a misilmanan li her dereverê kirina nimêja cejnê ye bi awayekî bikom.

Berbanga sibêha roja yekem a Cejna Qurbanê xelk ji bo nimêja cejnê berê xwe didin mizgeftan û bikom nimêjê dikin.

Li Mizgefta Celîl Xeyat ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê jî welatiyên misilman berbanga sibehê li mizgeftê kom bûn û nimêja cejnê kirin.

Di mizgeftê de ji zarokan heta pîran di her temenî de welatî beşdarî nimêja cejnê bûn û paşê jî cejn li hev dû pîroz kirin.