Li Îlam û Kirmaşanê agir bi 50 hektar erd ket

11-08-2019
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Kirmaşan Îlam Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Îlam û Kirmaşan ên Rojhilatê Kurdistanê di encama derketina agir de bêhtirî 50 hektar ji erdên çandiniyê û daristan şewitîn

 

Rêveberiya Agirvemirandina Kirmaşanê da xuyakirin ku şeva borî beşek ji daristan û mêrgên li ser rêya Kirmaşa-Kengaver şewitîne û  di encamê de gelek ziyan  gihştiye navçeyê. 


Berpirsên agirvemirandinê diyar kir ku ji ber rewşa keşûhewa wan nekarîne zû agir kontrol bikin, lê xelk dibêjin ku tîmêîn agirvemirandinê di dema xwe de neçûne  cihê şewatê. 


Rêveberê agirvemirandinê daye xuyakirin ku li gorî lêkolînên destpêkê derketiye ku agir bi enqest hatiye derxistin. 


Ji aliyê din Rêveberê Polîsê Sîrwan li parêzgeha Îlam da zanîn ku 50 hektar ji erdê çandiniyê yê wê parêzgehê ji ber derketina agir şewitîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst