URMIYE - Parlamenterê Azerî daxwaza mana artêşa Îranê li nav bajêr kir
Navenda Nûçeyan - Nûnerê Azerî yê Urmiyê yê di parlamentoya Îranê de da xuyakirin, ku pêwîst e Leşkera 64 a artêşa Îranê li bajarê Urmiyê li ser karê xwe berdewam be.
Piştî ku fermandeyê navenda artêşê li rojavayê Îranê ragihand, ku ew careke din çalakiyên Leşkera 64 li Urmiyê dest pê dikin, nûnerê Urmiyê di parlamentoya Îranê de Nadir Qazîpûr piştevaniya wê daxwaziya artêşê kir.
Bargeha Leşkera 64 a artêşa Îranê li naverasta bajarê Urmiyê ye û berî niha biryar hatibû dayîn ku ew bargeh teslîmî şaredariyê bê kirin.
Nadir Qazîpûr da xuyakirin, wan rê nedaye ku navenda artêşê li Rojavayê Îranê ji bo bajarekî din bê veguhestin û divê artêş li ser karê xwe li Urmiyê berdewam be.
Nûnerê Urmiyê diyar kir, dema ku bargehek hêja li derveyî bajar ji bo artêşê bihê dabînkirin, dikare wan erdan teslîmî şaredariyê bike, lê heta niha ew dever milkê artêşê ye û pêwîst e li ser karê xwe berdewam be.
Parêzgeha Urmiye ku navenda wê bajarê Urmiyê ye, yek ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ye û Kurd û Azerî du pêkhetyên sereke yên wê parêzgehê ne.
Li bajarê Urmiyê jî, Kurd û Azerî û rêjeyeke biçûk ji pêkhateya Aşûrî dijîn.
Li gel wê çendê ku Kurd nifûsa herî zêde li parêzgeha Urmiyê pêk tînin, lê belê rêveberiya parêzgehê bi giştî di destê Azeriyan de ye û hikûmeta Îranê jî piştgiriya wan dike.
Nifûsa parêzgeha Urmiyê li gorî amarên herî dawî yên hikûmeta Îranê, zêdetirî 3 milyon û 400 hezar kesî ye, ku zêdetirî milyonek kes li bajarê Urmiyê dijîn.