Li Xurmatu şer

Xurmatu – Li sînorê navçeya Xumratu di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de şer û pevçûn derket.

 

Berpirsê Bazneya Hemrîn a Melbenda 11 a  Germiyan a Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK)ê, Kerîm Şukur ew aghî ji Rûdawê re piştrast kir.

 

Kerîm Şukur ragihand: “Çekdarên DAIŞê li nêzîkî gundên Zerge û Pîr Ehmed ên ser bi navçeya Xurmatu ve êrişî Hêzên Pêşmerge kirin.”

 

Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê ya Hêza Pêşmerge, Kemal Kerkûkî jî ji Rûdawê re got: “Şerê navbera Pêşmerge û DAIŞê hêj berdewam e û DAIŞê nekariye ti pêşveçûnekê bi dest bixe.”

 “