Sîstema perwerdeyê li Rojavayê Kurdistanê têk diçe

11-08-2015
Mihyedîn Hisên
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê biryarên nû derbarê perwerdeyê tên derxistin, lê mamoste û pisporên xwendin û perwerdeyê hişyariyê didin ku sîstema perwerdeyê li Rojavayê Kurdistanê di bin metirsiyê de ye û hêdî hêdî têk diçe.

 

Desteya Perwerde û Xwendinê ya Herêma Cizîrê 10ê Tebaxê biryarek derxist û têde hemû kursên perwerdeyê bi hemû cureyên ve qedexe dike.

 

Di biryara desteyê de hat gotin ku tenê 5 roj molet li pêş navendên fêrgehan e da ku kursên xwe rawestînin, eger negirin, dê werin cezakirin.

 

Li gorî biryara Desteya Perwerde û Xwendinê li Herêma Cizîrê, nabe ku xwendin were dabeşkirin û ji ber vê yekê jî divê hemû peymangeh û navendên kursên giştî, taybet û bêpere werin girtin.

 

Li ser biryara qedexekirina kursan, berpirsekî Navenda Cegerxwîn li Til-Temirê ji Rûdawê re ragihand ku ew biryar zulmeke mezin e ji ber ku gellek xwendekaran ji xwendinê bêpar dike.

 

Wî berpirsî ragihand dema xelkê Til-Temirê vegeriyan bajarokê xwe piştî ku DAIŞ jê hat derxistin, navenda wan kursên bêpere ji zarok û ciwanan re vekirin da ku bikaribin vegerin xwendina xwe, lê tekez kir ku bi biryara desteya perwerde û xwendinê, hewlên wan ji bo alîkariya xwendekaran tên astengkirin.

 

Berpirsê di navenda Cegerxwîn de herwiha got ku gellek ciwan berê xwe didan wan kursan da ku asta xwendina wan bilind bibe lê destnîşan kir ku rêveberiya xweser bi vê biryarê ew ciwan ji wê yekê mehrûm kirin.

 

Ji aliyê din ve mamosteyekî zanîngehê li Hesekê hişyariyê ji têkçûna sîstema perwerdeyê li Rojavayê Kurdistanê dide û tekez dike ku girtina dibistan û peymangehan metirsiyê li ser paşeroja xwendekaran çêdike.

 

Doktor Ferîd Sadun ku cîgirê ragirê kolîja Adab li Hesekê ye li ser Facebooka xwe dibêje, ku hêzên ku dest datînin ser dibistanên li taxên kurdan weke taxa Xerbî li Qamişlo û xwendekarên kurd ji xwendinê bêpar dikin, çima nikarin dest deynin ser dibistanekê li taxa Tey li Qamişlo weke nîşanekê li ser taxên di bin destê mîlîsên ser bi hikûmeta Sûriyê ve.

 

Ferîd Sadûn herwiha dibêje gelo girtina dibistanan û mehrûmkirina bi hezarên xwendekaran ji xwendina, dê bihêle Dewleta Neteweyî zûtir were ragihandin?

 

Cîgirê Rêvebirê Kolêja Adab li Hesekê bang li rêxistin, rojnamevan û nivîskaran dike ku dengê xwe li hember kiryarên girtina dibistan û peymangehan bilind bikin û nehêlin ku bingeha perwerdeyê li Rojavayê Kurdistanê têk biçe.

 

Ji bilî Ferîd Sadûn jî gellek rewşenbîr û nivîskar bangên bi vî awayî dikin, lê xuya ye ku dengên wan nagihin guhê Rêveberiya Xweser.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst