Barzanî ligel aliyên siyasî dicive

 

Hewlêr (Rûdaw)- Biryare îro, duşemê, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicivin, bo gotûbêj kirina rewşa niha ya Kurdistan û Iraqê.

Endamê polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Ferhad Mela Salih ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku: “Îro danê êvarî dê kesên yekem ên partiyan ligel serokê Herêma Kurdistanê bicivin.”

Li gor axeftina Ferhad Mela Salih, naveroka civînê de “Behiskirina rewşa niha li Kurdistan û Iraqê be, ku niha rewşa siyasî ya Iraqê gerim bûye, piştî daxuyaniya Nûrî Malikî di şeva borî de.”

Hevdem berpirsê odeya peywendiyan a Tevgera Gorranê, Mihemed Tewfîq Rehîm ji Rûdawê diyae kir ku ew wek Gorranê jî dê beşdarî vê civînê bibin.