Tevgera Ciwanên Kurdistanê li Amedê hate avakirin

Rûdaw (Rûdaw) - Komek ciwanên kurd li Amedê “Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistan” damezrandin. Ger walîtî ev nav bipejirîne dê bibe yekemîn saziya ku bi navê “Kurdistanê” tê danîn.

Komek ciwanên kurd par di  4’ê berfanbarê de civiyan û biryar dan li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê û dûrketina ji neteweya kurd xwe bi awayeke qanûnî birêxistin bikin. Biryara damezrandina “Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê” di wê dîrokê de hate dayîn û îro avabûna komeleyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate aşkerakirin. Komele hemberî AZC Plazayê li ser qata DDKD’ê cih digre. Serokê komeleyê Serhat Mêrdînî ye. Li gorî gotina wî tu eleqeya wan rasterast bi tu rêxistinan re tune ye lê ew li ser bîr û baweriyên Mele Mistefa Barzanî dimeşin. Ew felseyfeya xwe, nêrîna xwe ya jiyanê ji Barzanî werdigrin û ew ê hewl bidin bi kirin û hêza xwe bibin layîqê wî navî. Ji ber vê yekê li avahiya komeleyê ev dirûşma Barzanî li ser dîwar hatiye nivîsandin: “Di şikestinan de bêhêvî nebin, di serkeftinê de jî ji ser xwe ve neçin”. Li dîwarekî din ê komeleyê jî gotina “Kurdon! Malxirabno! Yan nebêjin em kurd in an jî bi kurdî biaxivin” a Celadet Bedirxan cih digre. Wêneyên Şêx Seîdê Pîran, Qadî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî jî li ser hemû tabloyan hatine daliqandin. Li avahiyê wêneyê Leyla Qasim jî nehatiye jibîrkirin.

‘Zimanê navxweyî û fermî kurdî ye’

Serhat Mêrdînî ji Rûdawê re diyar kir bi sedan ciwanên kurd bi tevgera wan re kar dikin û ew ê hewl bidin li tevahiya Bakurê Kurdistanê birêxistinbûna bi pêş ve bibin. Mêrdînî, da zanîn ew li ser fikr û ramanên neteweyî bi rê ve diçin û ji bo avakirina rih û giyana neteweyî ew ê ji bo ciwanan kursan ava bikin. Mêrdînî, da zanîn ew weke pîvan li her derê zimanê kurdî bi kar tînin û civînên xwe yên fermî jî ew bi kurdî bi rê ve dibin.

‘Ziman, ax, al û welat xeta sor e’

Cîgirê Serokê Giştî yê Tevgera Ciwanên Kurdistanê Roger Çager jî destnîşan kir xetên wan ên sor hene û ev jî ziman, ax, al û welat e. Çager, destnîşan kir ew ê bi polîtîkaya xwe civaka kurd li hemberî xapandinê hişyar bikin û hewl bidin hişyariya neteweyî di nava civakê de şax vedin.

‘Divê jin li ser koka neteweya xwe mezin bibin’

Yek ji rêveberên komeleyê jî Besra Şik e. Li gorî gotina wê ew jî ji polîtîkaya jinên kurd ên di partiyên din de aciz e. Li gorî baweriya wê jinên di partiyên din de ji kurdbûn, orf û adetên kurdayetiyê dûr ketine û ji ber vê yekê wê tercîha xwe di vê komeleyê de kiriye. Besra Şik, destnîşan kir ew ê jî bi nêrîneke din a jinan derkevin pêşiya gel û ew dixwazin jinên kurd li ser koka neteweyî û kultura xwe bimeşin.