Muslim: Egera çareserkirina pirsgirêkên PYD û El-Partî heye

11-08-2013
HÛSÊN OMER
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji rojnameya El-Hayat re ragihand ku wan ligel Îranê li ser şerê hevbeş ê li dijî radîkalên îslamî lihev kirine.

Hevserokê PYDê derbarê helwesta Îranê ya derbarê El-Partî û PYDê de wiha got: “Îran di wê baweriyê de ye herdu partiyên PYD û Partiya Demokrata Kurd (El-Partî) ya bi serokatiya Ebdulhekîm Beşar du hêzên sereke ne, lewra ji me xwest ku têkiliyên me li ser bingeha diyalog û hevkariyê bin.”

Hevserokê PYDê eşkere kir ku ew ligel sekreterê El-Partî li Tehranê civiya ye û di civînê de hatiye gotin ku hinek mijarên navxwe hene û dê werin çareserkirin.

Muslim diyar kir ku tu pirsgirêkên mezin ku neyên çareserkirin di navbera partiya wî û El-Partî de tune ne.

Heftiya borî hevserokê PYDê Salih Muslim û sekreterê El-Partî, Ebdulhekîm Beşar serdana paytexta Îran Tehranê kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst