Li Efrînê çekdarên mixalefetê welatiyêkî Kurd girt

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, welatiyekî Kurd ji aliyê çekdarên mixalefeta Sûriyeyê ve hat girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyeyê ragihand ku grûpa çekdar a bi navê Polîsên Leşkerî, li bajarê Efrînê, welatiyê Kurd ê bi navê Menan Sîdo girt.

Li gorî daxuyaniya wê rêxistinê, piştî ku Menan ji Libnanê vegeriya Efrînê, xwestiye mala wî li wî vegerînin.

Di mala Menan Sîdo de çekdarekî ji grûpa bi navê “Firqeya Sultan Muradê” ji sala 2018yan ve dest daniye ser û tê de dijî.

Lê çekdar mala Mena Sîdo radestî wî nakin û wî digirin.

Mena Sîdoyê 57 salî ji ji gundê Emarayê yê  nahiyeya Mabatayê ye û mala wî ya ku çekdarekî dest daniye ser, li nav bajarê Efrînê ye.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.