Li Wanê qeyûm, li Trabzonê şaredar û li Amedê jî bû parêzgar

11-07-2024
RÛDAW
Nîşan Murat Zoroglu Amed Parêzgar Qeyûm Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tayînkirina Murat Zoroglu wekî parêzgar li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bû sedema nerazîbûnan.

Bi biryara Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Murat Zoroglu wekî parêzgarê Amedê hat erkdarkirin.

Murat Zoroglu dema 2017an parêzgarê Xarpetê bû, wekî parêzgar li Wanê hat ekdarkirin û paşê bû qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin  a Wanê.

Piştre di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de wekî namzedê AK Partiyê li parêzgeha Trabzonê hat hilbijartin û bû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Trabzonê.

Rabirdûya Zoroglu û erkên wî, dilgiranî li cem DEM Partiyê çêkiriye ku careke din wekî qeyûm li ser şaredariya Amedê bê danîn.

“Divê çavê raya giştî li ser Zoroglu be”

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê  li Parlamentoya Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan da û got:

“Divê em binêrin ka Murat Zoroglu kî ye? Bixwe li Wanê wekî qeyûm hatiye erkdarkirin.

Piştre jî ji AKPyê wekî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin hat hilbijartin. Lê li vê derê pirsgirêkek heye.

Tayînkirina kesekî ku nasnameya wî ya partiyê eşkere ye û ji partiyêkê serokayetiya şaredariyê kiriye wekî  parêzgarê Amedê,  gelo desthilata siyasî vê yekê çawa rave dike.

Bi rastî em dixwazin vê yekê bizanin. Niyeta we çi ye û hûn carek din hewl didin ji bo kîjan nehiquqiyê zemînê çêbikin.

Hûn bi tayînkirina vî kesî li Amedê hewl didin armanceke çawa bi dest bixin.

Divê hûn bilez vê yekê ji raya giştî re eşekere bikin. Em vê çîrokê gelekî baş dizanin lê bawer bikin em radest nabin.

Divê çavê hemû raya giştî li ser vî şexsî be ku wekî parêzgarê Amedê hatiye tayînkirin.

AKP di serî de li ser şaredariya me, hewl dide li Amedê zemînê her cor xespekê çêbike.

Em ji vê derê hişyariyê didin. Bi ti awayî hizra xwe di vê yekê de nekin. Em vê lîstikê bi başî dizanin.”

Ji Sezgîn Tanrikulu hişyarî

Parlamenterê CHPê yê Amedê  Sezgîn Tanrikulu jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî  pîrozbahî li parêzgariyê nû yê Aemdê kir lê li gel vê yekê nîgeraniya xwe anî ziman û got:

“Ez hêvîdar im destnîşankirina birêz Murat Zoroglu wekî parêzgarê Amedê ku erkê parêzgarî, qeyûm û serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin kiriye, ne amadekariyek pêşwext be ji bo danîna qeyûm.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Li Kerboranê jî nivîsên Kurdî yên li ser rê hatin jêbirin / Wêne: Medyaya civakî

Li Kerboranê jî nivîsên Kurdî yên li ser rê hatin jêbirin

Piştî Amed û Wanê li navçeya Kerboranê ya i parêzgeha Mêrdîna Bakurê Kurdistanê jî hişyariyên trafîkê yên bi Kurdî hatin jêbirin.