PKKyê nasnameya du gerîlayan eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKyê ye, nasnameyên 2 gerîlayên ku li bajarê Wanê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku 4ê Hezîrana 2024an li qada Masîroyê ya navçeya Elbakê ya Wanê tîmeke wan a gerîla bû hedef.

Li gorî daxuyaniya HPGyê, her du gerîlayan 4ê Hezîrana 2024an li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

HPGyê da zanîn ku nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Serhildan Kurdo: Navê wî yê fermî Rebwar Emînî ye û ew ji bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Fîraz Arjîn: Navê wî yê fermî Barzan Numaş e û ew ji bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ye.