GEVER- Serokê Meclîsa YUTSOyê di êrîşekê de hat kuştin

11-07-2024
RÛDAW
Nîşan YUTSO Tîmûr Sevî Gever Colemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Meclîsa Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Geverê (YUTSO) di êrişekê de hat kuştin.

Li gorî zanyariyan Serokê YUTSOyê Tîmur Sevî doh êvarî li taxa Cumhuriyetê ya Gevera Colemêrgê li ber mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat û bi giranî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û Tîmûr Sevî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û dest bi dermankirina wî kirin.

Tîmûr Sevî îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Tîmur Sevî dê piştî karûbarên otopsiyê li Geverê bi axê bê spartin.

Hat zanîn ku pismamê Tîmûr Sevî bi tohmeta kuştina wî hatiye desteserkirin û piştî karûbarên îfadeyê derket pêşberî dadgehê û bi biryara dadgehê hat girtin.

Tîmûr Sevî 53 salî bû û bavê 5 zarokan bû.

Her wiha berpirsên YUTSOyê jî êrişa li ser Tîmûr Sevî bi tûndî şermezar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst