MÊRDÎN- Veterînerekî xwebexş ajalên şewatê derman dike

Hewlêr (Rûdaw) – Veterînerê bi navê Hesen Kizil bi awayekî xwebexş pezên di şewatên Şemrex û Çinarê de şewitîbûn derman dike.

Şeva 22ê Hezîranê agirekî mezin bi zeviyên gundên  navbera navçeya Çinarê ya Amedê û Şemrexê ya Mêrdînê ketibû.

Ji ber wê şewatê 15 kesan canê xwe ji dest dabû û 80 kes jî birîndar bûbûn.

Her wiha herî kêm 1500 serî pez jî mirar bûbûn û bi sedan pez jî birîndar bûbûn.

Mehmet Çelebîoglu yê 30 salî, ajaldarekî navçeya Şemrexê ye û di wî agirê mezin de 120 pezên Mehmet Çelebîogluyê xelkê wê deverê jî şewitîn û mirar bûbûn.

Hejmarek pezên wî jî birîndar bûbûn. Veterîner Hesen Kizil serdana gundê Mihemed Çelebioglu kiriye û pezên wî yên birîndar derman dike.

Mehmet Çelebîoglu ji bo kirîna 160 serî pez û çend bizinan 825 dolar deyn ji bankayê standiye. Ji ber agir 120 ajelên wî şewitîn û mirar bûbûn, 50 ajalên jî birîndar bûne.

Ajaldar Mehmet Çelebîoglu behsa rewşa xwe ya piştî karesata agir kir û wiha got:

“Xerciyên derman in, xerciyên êmin, niha av jî li gundê me nine.

Me ew jî nîne. Em çûn me hinek êm kirî, mesrefa wê 21 hezar lîre bû. Ew jî nîne, pereyê êm jî nadin me.”

Derûniya xwişka Mehmet a bi navê Gulîstanê jî ji ji şeva agir ve nebaş û ew ji xwarinê ketiye.

“Derûniya min nebaş e”

Gulistan Çelebîogluyê jî li ser rewşa xwe wiha got:

“Derûniya min têk çûye, çar rojan min nikarîbû xwarinê bixwim, bi şev jî ez pir nerehet dibûm.

Biborin, ez vedrşiyam, dixwazim biçim nexweşxaneyê lê ji ber ku ew dever şewiti ye, naxwazim bibînim.”

Veterînerê xwebexş Hesen Kizil serdana gundên ku pez û dewar lê şewitîne dike û bi eleqeyek taybet ajalên birîndar derman dike.

“Ajalan berê nedidît aniha dibînin”

Hesen Kizil jî behsa şopa agir a li ser bedenên ajalan kir û wiha got:

“Gava ew nû hatin, piraniya wan çavên wan girtî bûn û ewqas werimî bûn ne didîtin.

Dîmenekî wan yê demî li cem min heye, rojane me sê damla bikaranîn, piştre wekî ku hûn dibînin, piraniya wan çavên wan vebûne û pir baş pêşiya xwe dibînin.”

Kompanya Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê ku wek DEDAŞ tê naskirin, bi sedema agir tê tohmetbarkirin, lê kompaniya wan tometan red dike.

Heta niha bi awayek fermî encamên lêkolîna bûyerê nehatine ragihandin û Serdozgeriya Amedê jî li ser derketina agir dest bi lêpirsînê kiriye.