Berdevkê PCSyê Ferîd Azad hat girtin

Hewlêr (Rûdaw)- Dadgeha Mêrsînê biryara girtina 2 endamên  Plaftormê Ciwanên Serbixwe (PCS) da.

Endamên PCSyê îro derketin dadgehê 2 kes ji wan hatin girtin 2 kes jî hatin azadkirin.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, 9ê vê mehê, polîsan bi ser navenda PCSyê de girtibû û 4 endamên wê hatibûn desteserkirin.

Li gorî zanyariyan polîsan bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi  ser navenda PCSyê û endamên wê tevgerê de girtibû û ji ber vê jî her 4 kesên girtî birin Mêrsînê.

Îfadeyên endamên PCSyê li Rêveberiya Ewlehiya Mêrsînê bi dawî bû derketin Dadgeha Mêrsînê.

Dadgeha Mêrsînê bi hinceta “endamtiya PKK û KCKyê” biryara girtina Ferîd Azad û endamekî din ê PCSyê da.

Her wiha 2 endamên din ê PCSyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 

Endama PCSyê û hevjîna Ferîd Azad bû mêvana Bultena Bakur a Rûdawê ku Hêvîdar Zana pêşkêş dike.

“Pirtûkên me wekî belgeyên PKKyê hatine  hesibandin”

Evîn Azad da zanîn ku endamên wan bi tohmeta endmatiya PKK û KCKyê hatine girtin û pirtûkên ku li navên wan wan hene wekî belgeyên PKKyê hatine destnîşankirin.

Evîn Azadê di berdewamiya axaftina xwe jî de wiha got:

“Ew pirtûkên ku em dixwînin endamên me dixwînin ne qedexe ne û li pêşanegên TUYAPê jî hatine firotin.

Wisa diyar e ji bo tirsandinê ji xwe re li hincetan digerin û hevalên me hatin tawanbarkirin.

Dê xebata me berdewam bike me ev pêşbînî dikir, PCS ji 2-3 endaman pêk nayê dilsozên me hevalên me endamên me gelek in dê xebata me her berdewam bike.

Em dê bihêztir bibin û em dê bêtir li qadan bin çalakiyên me berdewam bikin.

Parêzerên me jî eşkere dikin ku ti belgename nînin ku hevalên me endamên PKKyê bin û li gorî gotina wan  dê di yekem rûniştina dozê de bên berdan.”

Divê were gotin PCS ji aliyê komeke ciwanên Kurd ve hatiye damezirandin û çalakiyên Kurdî li dar dixe.

Sala 2023an li Amedê 10 endamên PCSê sonda Kurdî xwaribûn da ku li Bakurê Kurdistanê di jiyana rojane û saziyên hikumî de ji bilî Kurdî bi ti zimanî neaxivin.

Her wiha endamên PCSyê Newroza 2024an jî  li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî li pêş mezargeha Ehmedê Xanî meşekê bi meşaleyan li dar xistibû.