Li Amedê 11 kesên asê mabûn hatin rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, 11 kesên di gola bendavê ya Çemê  Dîcleyê de asê mabûn hatin rizgarkirin.

Li gorî zanyariyan duh li Amedê asta ava gola bendavê ya Çemê  Dîcleyê bilind bû.

11 kesên ji malbatekê ku li wî cihî çûbûn seyranê asê man.

Li ser agahdarkirinê tîmên hawarçûnê çûn cihê bûyerê.

Her 11 kes bi belemeke plastîkî  hatin rizgarkirin.