Du keçên Kurdên Êzidî hatin rizgarkirin

11-07-2023
RÛDAW
Nîşan Kurdên Êzidî DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên di Destê DAIŞê de Husên Qaîdî ji Rûdawê re ragihand, du keçên Kurd ên Êzidî yên ketibûn destê DAIŞê hatine rizgarkirin û van nêzîkan dê bigihin ba kesûkarên xwe.

Husên Qaîdî diyar kir, “Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, wek ofîs em li ser rizgarkirina revandiyan berdewam in.”

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên di Destê DAIŞê de herwiha got, “di rojên pêş de em dê mizgîniyên din bidin.”

Ew herdu keç di sala 2014an de ketibûn destê DAIŞê.

Navên wan her du keçên Kurdên Êzîdî Aliye û Besê Xelef Xidir hatiye ragihandin ku xwişkên hev in û di sala 2014an de ketibûn destê DAIŞê. Her du xwişk dê di demeke nêz de vegerin nav xizmên xwe yên li Duhokê.

Xizmê wan her du keçên Kurdên Êzidî, Muhsin Hemo ji Rûdawê re got: “Di malbata wan de tenê Aliye û Besê ketin destê DAIŞê. Aliye niha 20 salî ye û Besê 24 salî ye.”

Derbarê cihê her du xwişkên ku hatine rizgarkirin de Husên Qaidî diyar kir ku ji ber sedemên ewlehiyê ew cih eşkere nakin, û dibêje “Wekî Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan, li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li hemû cihên ku guman heye malbatên DAIŞê lê hene, lêgerîna me berdewam dike jii bo kesên di destên wan de mane rizgar bikin.” 

Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan di sala 2014an de hate damezirandin û ser bi ofîsa teybet a Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye.

Heta niha ji 6 hezar û 417 kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, 3 hezar û 568 kes hatine rizgarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst