Li Amedê dema komkirina zebeşan dest pê kir

11-07-2023
Abdulselam Akinci
Wêne: Abdulselam Akinci/Rûdaw
Wêne: Abdulselam Akinci/Rûdaw
Nîşan Zebeşên Amedê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê werzê çinîna zebeşan dest pê kir. Îsal li Amedê li ser 26 hezar û 500 donim erd zebeş hatine çandin.

Her sal di mehên Tîrmeh û Tebaxê de li Amedê werzê çinîna zebeşan dest pê dike. Lê zebeşên bi nav û deng ên Amedê ku tenê li axa bi qûm ya li kêleka Çemê Dîcleyê şîn dibin û giraniya wan digihîje derdora 50 kîloyî di meha Îlonê de tên berhevkirin.

Qalikê wî kesk û sipî ye hundurî wî sor gewez e tehm a wî şirîn şekir e û hêjayî pesindayînê ye zebeşên Amedê.

Li hezaran donim zevîyan werza komkirinê ya van zebeşên tehm xweş in. Karker barhilgiran bar dikin û  ji bo her bajarek tirkîyê û bakûr bi rê dikin.

Cotkar Cemal Tûnç got “Zebeşên me wek hingiv e. Zebeşên wilo tune. Zebeşên wilo di dinyayê de tine ha. Ji erde me ye. Erdê me qenc e.”

Cotkar Turker Yilmaz dibêje “Ev barhilgira ku me barkiriye dê here Stenbolê. Ji xeynî Stenbolê dê here Enqerê,Î zmîr, Antalya hema hemî bajarên Tirkiyê.”

Cotkar Cûma Taşkan anî ziman “Ji xwe zebeşên Amedê ji navê xwe diyar e. Bi nav û bang e.”

Li gorî salên borî cotkar îsal ji nirxê zebeşan razî ne. Di nav zeviyê de kiloya zebeşan 5 heta 6 lîreyan tê firotan. Lê cotkar dibêjin di demsala gîhîştina zebeşan de nava rojê ji germa zede şeve jî ji hewaya sar ji 30 berhemên wan ji nav çûne.

Cotkarê zebeşan Sezgîn Esen diyar kir “Min 250 donim zebeş ajotiye. Îsal min 3 tirilyon û nîv pere xistîyê belkî zêdetir be jî me hîn hesap nekirîye lê hema beje 3.5 4 lê çûye.Yanî em çi xilas bikin ew baş e.”

Cotkarê zebeşan Haşim Oztek got “Min 650 donim ajot. 7 milyon û 500 hezar me mesref kir. Lê ji sedî 30 di nav erde de çû.”

Zebeşên Amedê bi aramoya xwe ya taybet bi reng û tehma xwe nîşaneya erdnîgarîyê girtîye û weke cûreyek taybet a Amedê li ser navê bajêr hatiye qeydkirin û eleqeyek zede ji bo vî cûre zebeşê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst