Karkerên şaredariya Amedê daxwaza zêdekirina mûçe dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê karkerên şaredariyê yên ku endamên DISK Genel-Îşê ne dest ji kar berdan û daxwaz dikin mûçeyê wan were zêdekirin.

Karkerên Şaradariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm birêve dibe ji rewşa heyî nerazî ne û daxwaza dadmendî û zêdekirina mûçeyê xwe dikin.

Karkerên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yên ku endamên DISK Genel-Îşê ne, îro 11ê Temûza 2023an dest ji kar berdan û daxwaza mafên xwe dikin.

Karkeran di çalakiyekê de daxwaz kirin ku mûçeyê wan bê zêdekirin, cudakariya di navbera karkerên şaredariyê û karkerên kompanyayan de bê rakirin û di dana bacê de dadmendî hebe.