Li Mêrdînê çandina garis dest pê kir

11-07-2022
RÛDAW
Mêrdîn li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yek ji girîngtirîn bajarê çandiniyê
Mêrdîn li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yek ji girîngtirîn bajarê çandiniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurkê Kurdistanê li aliyekî paliya genimê avî tê kirin û li aliyê din xebata çandiniya garisan di 2 milyon donim erd de destpê kir.

Li Mêrdînê, ku yek ji giringtirîn berhemhênerê genim e, paliya genimê avî berdewam dike. Cotkarên ku genimê xwe berhev dikin yekser dest bi cot dikin û wek berhemê duyem garis diçînin.

Serokê Komeleya Berhemhênerên Garis a Başûrê Rojhilat Mehmet Hanifi Muslumoglu got: “Mêrdîn li ser asta Tirkiyê %8ê garis berhem tîne. Bi rêjeya %19 Deşta Konyayê di rêza yekem de ye û duyem Edene ye û sêyem jî Mêrdîn di berhemanîna garis de cih digre.”

Tê çaverêkirin îsal li Mêrdînê 800 hezar donim garis bê çandin û milyonek ton garis bê berhemanîn.

Cotkar Ozcan Kayan jî dibêje: “Me garisê xwe çand. Bi destûra Xwedê maşallah îsal xweş derbas bû. Demsaleke bi bereket bû. Genimê me gelekî baş bû, înşallah dê garisê me jî wek genim baş be. Hêviya me ev e.”

Mêrdîn li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yek ji girîngtirîn bajarê çandiniyê ye ku 3 milyon û 174 hezar donim erdên çandiniyê lê hene. Herwiha li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê %4ê genim, %8ê garis û %5.5ê nîskên sor li Mêrdînê tên berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst